NÛÇEYÊN KURDÎ

DI BÛYERA TEQÎNÊ YA LI SILÊMANÎYÊ DE HEJMARA MIRÎYAN GIHÎŞT 11 KESAN

Hejmara kesên ku şeva borî li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistana Federe ji ber gazê di avahiyekê de teqîn pêk hat de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 11 kesan û her wiha 12 kes jî birîndar bûn e.

DI BÛYERA TEQÎNÊ YA LI SILÊMANÎYÊ DE HEJMARA MIRÎYAN GIHÎŞT 11 KESAN

Hejmara kesên ku şeva borî li bajarê Silêmaniyê yê Kurdistana Federe ji ber gazê di avahiyekê de teqîn pêk hat de jiyana xwe ji dest dane gihîşt 11 kesan û her wiha 12 kes jî birîndar bûn e. Ji do bi şev û pê ve li avahiyê bi qasî 10-11 saetan xebatên lêgerîn û xilaskirinê tên kirin. Şeva borî hat ragihandin ku termê hin kesên din, ji bin xirbeyê hatine derxistin. Şahidên bûyerê ragihandin ku teqîn di maleke sê qatî de rû daye û mal bi temamî hilweşiyaye. Waliyê Silêmaniyê Heval Ebubekîr der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku li bajêr şîn hat ragihandin. Waliyê Silêmaniyê jî sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û ji birîndaran re jî şifa xwest û spasiya saziyên hikûmetê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.