NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKÊ ODEYA ÇANDINÎYÊ SÛRÊ DEMÎR: ZIWAYÎ LI BER DERÎ YE, COTYAR LI BENDA PIŞTGIRÎYÊ NE

Serokê Odeya Çandinîyê ya Sûrê ya Amedê Mehmet Şîrîn Demîr, derbarê pirsgirêkên ji ber zêdebûna lêçûnên hilberîna çandiniyê de derketine, daxuyanî da.

SEROKÊ ODEYA ÇANDINÎYÊ SÛRÊ DEMÎR: ZIWAYÎ LI BER DERÎ YE, COTYAR LI BENDA PIŞTGIRÎYÊ NE

Serokê Odeya Çandinîyê ya Sûrê ya Amedê Mehmet Şîrîn Demîr, derbarê pirsgirêkên ji ber zêdebûna lêçûnên hilberîna çandiniyê de derketine, daxuyanî da. Demîr, diyarkir ku bihayê gubre û mazotê zêde ye û wiha got: “Ziwayî li ber derî ye. Baran têr nebariya û niha  zeviyan reş bûne. Bihayê mazotê û gubreyê zêde ye, cotkar nikare debara xwe bike. Em wek cotkar ji dewletê piştgirîyê dixwazin. Bila KDV’ya li ser mazot û kelûpelên çandiniyê kêm bikin. Mazotê bi bihayekî kêm bidin cotkar, da ku cotkar hilberînê bike. Dema cotkar tûnebe Tirkiye jî tûne ye. Em welatekî çandiniyê ne, ji bo ku hilberîn hebe, divê cotkar bê piştgirîkirin. Bila cotkar hilberînê bikin, da ku em birçî nemînin”.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.