NÛÇEYÊN KURDÎ

LI DIJÎ XETEREYA XENIQANDINÊ BI 3 ZIMANAN “XEBATÊN HIŞYARÎYÊ”

Ji alîyê Midûrîyeta Herêma 10emîn a Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) bi sernavê "Dara hişk xwar nabe" li dijî bûyerên xeniqandinê bi 3 zimanan xebatên hişyarîyê hat destpêkirin.

Li navçeyên Egîl, Erxenî, Yenîşehîr û Kayapinarê ekîbên DSÎyê serdana dibistanan dikin û zarokan li dijî xetereya xeniqandinê ya di çem û kanîyan de hişyar dikin.

Ekîban derbarê ketina avê ya li cîyê xeternak de perwerde dan zarokan. Di dawîya perwerdeyê de balon û pênûsên bi nivîsa "Ketina kanala avdanîyê xetere û qedexe ye" li zarokan belav kirin.

Li gundên ku ji bo perwerdehîyê tên zîyaretkirin, li mizgeftên taxên gundan bi kurdî, tirkî û zazakî anons tên kirin ku divê li cîyê xetereya fetisandinê nekevin avê.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.