NÛÇEYÊN KURDÎ

DI BERFANBARÊ DE 54, DI SALA 2023AN DE JÎ 1929 KARKER MIRINE

Di berfanbara 2023an de 154 û tevahîya sala 2023an de jî 1929 karker di cînayetên kar de jîyana xwe ji dest dane. Li Amedê di meha berfanbarê de 6 karker jîyana xwe ji dest daye.

DI BERFANBARÊ DE 54, DI SALA 2023AN DE JÎ 1929 KARKER MIRINE

Meclîsa Tenduristî û Ewlehîya Kar (ÎSÎG) rapora cînayetên kar a meha Berfanbarê eşkere kir.

 

Li gorê rapora ÎSÎG'ê, di meha Berfanbarê de 4 jê jin 150 jî mêr bi giştî 154 kes di cînayetên kar de jîyana xwe ji dest dane. Di nava kesên jîyana xwe ji dest dane de 5 zarok û 6 penaber jî hene.

 

Di raporê de rêjeya kesên ku di sektora înşaet û rêyan de di cînayetên kar de jîyana xwe ji dest dane ji sedî 29 bû. Ev rêje di veguheztinê de ji sedî 12, di çandinî û daristanan de ji sedî 11, di bazirganî û kargehê de ji sedî 9 û di karsazîya metal de jî ji sedî 8 bû.

 

Di raporê de li gor sedemên mirinê, perçiqandin û hilweşîn ji sedî 22, qezayên trafîkê û xizmetguzarîyê ji sedî 21, ketina ji bilindahiyê jî ji sedî 19 hatîye dîyarkirin.

 

Li Amedê di cînayeta kar de 6 karker jîyana xwe ji dest dan.

 

Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku di sala 2023’an de herî kêm 1929 karker mirine.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.