NÛÇEYÊN KURDÎ

DI DAXUYANÎYA DAYÎKÊN ŞEMIYÊ DE ÊRÎŞÊN POLÊSAN

Berîya darizandina doza 46 Dayîkên Şemîyê daxuyanî hat dayîn û polês midaxeleyê daxuyanîyê kir.

DI DAXUYANÎYA DAYÎKÊN ŞEMIYÊ DE ÊRÎŞÊN POLÊSAN

Berîya darizandina doza 46 Dayîkên Şemîyê daxuyanî hat dayîn û polês midaxeleyê daxuyanîyê kir.

Di çalakîya Dayîkên Şemîyê ya 25’ê tebaxa 2018’an ya hefteya 700’an de ku polês êrîşê wan kiribû û 46 kes hatibûn binçavkirin û li ser vê Derbarê wan 46 kesan de doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê îro li Dadgeha Cezayê ya Giran a 27’emîn a Edlîyeyê ya Stenbolê de hate dîtin. Berîya danişînê li ber edlîyeyê hat xwestin ku daxuyanîya çapemenîyê bê dayîn. Lê belê bi hinceta daxuyanî hatîye qedexekirin polêsan dora Dayîkên Şemîyê dorpêç kirin. Di êrîşa polêsan de 14 hatin binçavkirin. Navê yên ku hatin binçavkirin ev in: Alper Taş, Yalçin Kose, Merîç Eyuboglû, Efkan Bolaç, Faruk Eren, Gulseren Yolerî, Ugur Tuncar, Murat Akbaş, Umît Sezer, Nevroz Tosun, Burcu Bîngollu. Her wiha hat dîyarkirin ku ji bo danişînê bişopînin, rojnamevanên ku dîmen digirtin tundî li wan jî hat kirin.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.