GÜNDEM

DI DOZA ÊŞKENCE YA LI LICÊ DE PEYAMÊN POLÊSÊN BERSÛC DERKETIN HOLÊ!

Polêsên bersûc ên ku li navçeya Licê êşkence li zarokê 14 salî kiribûn û doz lê hatîye vekirin, Peyamên ku li ser Whatshappê ji hevdû şandin e derket holê

DI DOZA ÊŞKENCE YA LI LICÊ DE PEYAMÊN POLÊSÊN BERSÛC DERKETIN HOLÊ!

Polêsên bersûc ên ku li navçeya Licê êşkence li zarokê 14 salî kiribûn û doz lê hatîye vekirin, Peyamên ku li ser Whatshappê ji hevdû şandin e derket holê. Hat îdîakirin ku di peyaman de polês dibêje, “Qeyda bavê wî ji terorê heye, wê bêje. Em heman îfadeyan bidin.”

Li navçeya Licê ya Amedê di 21’ê Adara 2023’yan de polêsan zarokê 14 salî Y.D. yê ji şahîya Newrozê vedigerîya revand û êşkence lê kiribûn.

Derbarê 5 polêsên ku êşkence li zarok kiribûn, doz hat vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Licê hat lidarxistin.

Ji sûcên “bi gefxwarinê û bikaranîna zorê kes ji azadiya wî bêpar hiştin e” û “zerar dane mal” doz hat vekirin. Polêsên bersûc beşdarê danişînê nebûn û daxwaza girtina wan hat redkirin.

Li gor nûçeya Mezopotamyayê, derketîye holê ku polêsên bersûc li ser Whatshappê derbarê bûyerê de peyam ji hev re şandine û peyamên polêsan di dosyeyê de cih girtin e. Di naveroka peyaman de derket holê ku dixwazin ser bûyerê bigirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.