NÛÇEYÊN KURDÎ

DI DOZA TAHÎR ELÇÎ DE DAVÛTOGLÛ JI ŞAHIDÎYÊ HAT DERXISTIN

Di doza Tahîr Elçî de hat dîyarkirin ku guhdarkirina şahidekî bi awayekî bêhiqûqî ji dosyeya dozê hate derxistin.

DI DOZA TAHÎR ELÇÎ DE DAVÛTOGLÛ JI ŞAHIDÎYÊ HAT DERXISTIN

Di doza Tahîr Elçî de hat dîyarkirin ku guhdarkirina şahidekî bi awayekî bêhiqûqî ji dosyeya dozê hate derxistin.

Serokê Baroya Amedê ya wê serdemê Tahîr Elçî di 28’ê mijdarê ya sala 2015’an de li navçeya Sûrê ya Amedê dema daxuyanî dida hatibû kuştin, danişîna doza derbarê kuştina wî de 15’ê hezîranê de hat dîtin û daxwaza guhdarkirina şahidê serokwezîrê wê serdemê Ahmet Davûtoglû hat erêkirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesaba xwe ya medyaya civakî dîyar kir ku biryara ku hatibi girtin hatîye betalkirin û wiha domand: “Li ser daxwaza Serdozgerîya Amedê di doza Tahîr Elçî de ku wê li Dadgeha 10’emîn Cezaya Giran de bê dîtin, berîya dozê bi awayekî bêhiqûqî guhdarkirina şahidîya Ahmet Davûtoglû bi rayan hatîye betalkirin. Edalet zû yan dereng wê pêk were.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.