NÛÇEYÊN KURDÎ

DI FIROTINA 45 HEZAR XANÎYAN DE BIHAYÊ FAHÎŞ HAT TESPÎTKIRIN

Serokatîya Îdareya Dahatê (GÎB) ragihand ku piştê erdhejê li seranserê welêt di encama kontrolên bihayên xanîyan ku piştî erdhejê hatine kirin de di 45 hezar xanîyan de bihayê fahîş hatîye tespît kirin.

Serokê Îdareya Dahatê Bekîr Bayrakdar, dîyar kir ku wan li dijî kesên ku rewşa li herêma erdhejê sûîstîmal dikin tedbîrên pêwîst girtine û wiha got, “Hin welatîyên me ji herêma erdhêjê derkevin û li bajarên din xanîyan kirê dikin. Em li bajarên ku hemwelatîyên me lê bar dikin, hem ji bo xanîyên kirê hem jî ji bo firotinê, tevgera bihayan ji nêz ve dişopînin. Li gorî daneyên ewil ên ku me di vê çarçoveyê de li tevahîya welêt bi dest xistin, me 37 hezar û 367 reklamên xanîyan ên ji bo firotinê û 7 hezar û 363 reklamên xanîyên kirê tespît kirin ku piştê erdhejê bihayên wan zêde bûne. Em ê encamên hewldanên xwe yên ji bo bihayên zêde bi Wezareta Bazirganîyê re parve bikin û binirxînin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.