AMED

DI ÎHALEYA 48 MILYON Û 101 HEZAR TL DE BÊRÊTÎ!

Wezareta Tenduristîyê bi îdîaya ku di îhaleya pergalên agahdarîya tenduristîyê ya nexweşxaneyên Amedê de bêrêtî heye, mufetîş tayîn kir.

DI ÎHALEYA 48 MILYON Û 101 HEZAR TL DE BÊRÊTÎ!

Wezareta Tenduristîyê bi îdîaya ku di îhaleya pergalên agahdarîya tenduristîyê ya nexweşxaneyên Amedê de bêrêtî heye, mufetîş tayîn kir.

Ji bo 'Pergalên Agahdarîya Tenduristîyê' yên nexweşxaneyên dewletê yên Amedê di 3'ê Çile de îhaleya bi lêçûna 48 mîlyon û 101 hezar lîreyê hat kirin.

3 fîrma beşdarê îhaleyê bûn, di qonaxa ewil de îhale ji şîrîketekê re hat dayîn û paşê jî ji şîrîketeke din re hat dayîn. Şîrîketa Sisoft a sêyemîn a ku beşdarê îhaleyê bû, bi îdîaya ku neheqî hene, îhale bir dadgehê. Şîrîketa Sisoft a ku li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê doz vekiribû, îdîa kir ku teklîfa şîrîketa ewil a ku îhale jê re hatîye dayîn ne rast e, di îhaleyê de muameleyeke ne asayî heye û paşê şîrîketê şert û merc bi cîh anîne. Îtîraza şîrîketê hat redkirin.

Piştre Şîrîketa Sisoft daxwaz ji Dadgeha Îdarî ya Enqereyê kir ku cîbicîkirina biryara Lîjneya Kirînên Giştî bide sekinandin û biryar betal bike. Piştê îdîayan Wezareta Tenduristîyê ji bo lêkolînkirina îhaleyê mufetîş wezîfedar kir. Hate hînbûn ku mufetîş hatîye Midûrîyeta Tenduristîyê ya Amedê û li belgeyan lêkolîn kirîye. Tê payîn ku mufetîş di rojên pêş de bi şîrîketa têkildar re bicive.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.