NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 769’EMÎN DE AQUBETA AHMET ÇAKICI HAT PIRSÎN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di çalakîya hefteya 769emîn a “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" de, aqûbeta Ahmet Çakici yê ku 30 sal berê di binçavan de bi zorê hat windakirin pirsîn.

DI HEFTEYA 769’EMÎN DE AQUBETA AHMET ÇAKICI HAT PIRSÎN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di çalakîya hefteya 769emîn a “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" de, aqûbeta Ahmet Çakici yê ku 30 sal berê di binçavan de bi zorê hat windakirin pirsîn.

 

 

Xizmên Windayan, nûnerên partîyên sîyasî û rêxistinên sivîl û parêzvanên mafan beşdarê çalakîya li ber Bîrdarîya Mafê Jîyanê ya li Parka Koşuyolu ya Navçeya Baglar a Amedê bûn. Di çalakîyê de wêneyên kesên di binçavan de hatin windakirin û di encama êrîşeke nedîyar de hatin qetilkirin, hatin hilgirtin.

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman di çalakîyê de axivî û got, "Di 100'emîn salvegera Komarê de em di nav şert û mercên pevçûnê yên ku bi peymana Tirktîyê ya sed salî ve afirandîye de têkoşîna xwe didomînin. Em li Parka Koşuyolu, gelê Şemîyê jî li Qada Galatasarayê ji bo windayan bên dîtin û kiryaran bên darizandin têkoşîna xwe didomînin.

Heta ku heqîqet derkeve holê û li vî welatê aştîyeke bi rûmet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Îro di heman demê de jî salvegera binçavkirina hevserok û parlementerên berê yên HDPê ye ku bi derbeyê hatibûn desteserkirin û 7 sal e di girtîgehê de ne. Mixabin gelek sîyasetmedar tevê ku dema girtina wan qedîyaye jî nayên berdan.” Endamê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz ku çîroka Ahmet Çakici xwend, dîyar kir ku Çakici zewicandî bûyê û bavê 7 zarokan e, di 8'ê Mijdara 1993'an de li Gundê Helhel yê navçeya Hezro ya Amedê hat binçavkirin.

Akdenîz dîyar kir ku tevê îfadeyên şahidan jî Walîtîya Rewşa Awarte, Serokatîya Dadgerîya Ewlekarîya Dewletê û Fermandarîya Tabura Hezroyê gotine ku Çakici nehatîye binçavkirin. Akdenîz, anî ziman ku tevê hemû serlêdanên Malbata Çakici jî ti encamek bi dest nexistine û careke din agahî ji Ahmet Çakici nehatîye girtin. Çalakîya Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'a Amedê ya vê hefteyê bi çalakîya yek deqe rûniştinê ya ji bo bîranîna kesên hatine windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin, bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.