NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 771. DE AQÛBETA MEHMET ŞÎRÎN BAYRAM HAT PIRSÎN

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram ê 27 sal berê di bin çavan de hat windakirin, di hefteya 771'emîn a "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" de pirsîn.

Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman di çalakîyê de bi Kurdî axivî û derbarê kujerê Hrant Dînk de ku çend roj berê serbest hat berdan wiha got: "Ev nayê wê wateyê ku em ê bitirsin û dengê xwe dernexin.

Emê herdem li hemberê nîjadperestî bisekinin û hesab bipirsin. Em îro li vir in ku vî hesabê bipirsin.” Çalakîya Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ya hefteya 771'an piştê ku çîroka Mehmet Şîrîn Bayram ê di 2'ê Mijdara 1996'an de li Pasûrê hatibû binçavkirin û bi zorê hate windakirin hate xwendin, bi çalakîya rûniştinê ya 1 deqeyî bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.