NÛÇEYÊN KURDÎ

ROJNAMEGERÊN HATIBÛN BINÇAVKIRIN SEWQÊ EDLÎYEYÊ HATIN KIRIN

Rojnamegerên ku di encama operasyona binçavkirinan a navenda wê Amedê de hatibûn binçavkirin, sewqê edlîyeyê hatin kirin.

ROJNAMEGERÊN HATIBÛN BINÇAVKIRIN SEWQÊ EDLÎYEYÊ HATIN KIRIN

Rojnamegerên ku di encama operasyona binçavkirinan a navenda wê Amedê de hatibûn binçavkirin, sewqê edlîyeyê hatin kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerîya Komarê ya Amedê û li ser biryara lêgerîn û binçavkirinê ya 3’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê; rojnameger, hunermend, sîyasetmedar, sendîkavan û parêzer jî di nav de derheqê 216 kesan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn.Di encama serdegirtinên malan de 128 kes hatin binçavkirin.

Ji rojnamegeran Abdurrahman Gok, Bêrîtan Canozer, Mehmet Şah Oruç û Mîkaîl Barût, sîyasetmedar Hakîm Kaya, Şahîn Bîçîmlî û ji Komeleya 78’an jî Abdulganî Alkan îfadedayîna li emnîyetê qebûl nekirin û sewqî edlîyeyê hatin kirin. Tê bendêkirin ku di nava rojê de kesên li emnîyetê îfade nedayîn sewqî edlîyeyê bên kirin. Hat zanîn ku tevahîya parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadîyê (OHD) li emnîyetê îfade nedane. Ji parêzerên hatin binçavkirin Gurbet Ozbey Oner û Jîyan Sametoglû bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.