NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEFTEYA 778AN DE FAILÊN ABDULLAH DUŞKUN HAT PIRSÎN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê, di hefteya 778'an a çalakîya "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" de, kiryarên Abdullah Duşkun ê ku 30 sal berê li Cizîrê di bin çavan de bi dijwarî hat windakirin pirsîn.

Di çalakîyê de Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman axivî û got, "Çalakîya me ya ku bi şîara pirsîna aqûbeta kesên di salên 90'î de li erdnîgarîya Kurdistanê hatin windakirin, cenazeyên wan bên dîtin û kiryaran bên cezakirin re dest pê kir, bi bawerîyek mezin didome.

" Di çalakîya vê hefteyê de çîroka Abdullah Duşkun ê ku di 1'ê Çileya 1994'an de li Cizîrê hat binçavkirin û piştê 3 roj cenazeyê wî ku gule bera serê wî dabûn hatibû dîtin, hat parvekirin. Çalakîya vê hefteyê ya Xizmên Windayan bi çalakîya rûniştinê ya 1 xulekê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.