NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HEVGUHERTINA REHÎNA DE DÎROK HAT GUHERTIN

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku hevguhertina rehîneyan berîya Înê nayê kirin.

DI HEVGUHERTINA REHÎNA DE DÎROK HAT GUHERTIN

Di ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Gazeyê re mehek û nîv derbas bû, di derbarê rewşa rehîneyan de lihevkirinek hat kirin.

Îsraîl ragihand ku ew hevguhertina rehîneyan bi Hamasê re pejirand.

Dîroka hevguhertina rehîneyan ji hêla Îsraîl ve hate hate guhertin.

Di daxuyanîya ku ji alîyê Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê ve hat dayîn de hat dîyarkirin ku hevguhertina rehîneyan berîya Înê nayê kirin, wê li gor peymanê hevguhertin bê kirin.

Agahî nehat dayîn ka dîroka 4 roj betlaneya pevçûnan hatîye guhertin yan na.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.