GÜNDEM

DI HILBIJARTINA CHP’Ê YA SEROKATÎYA AMEDÊ DE 2 NAMZET TENÊ MA

Berîya kongreya li Serokatîya Bajêra ya Amedê ya CHPê geşedaneke nû pêk hat.

DI HILBIJARTINA CHP’Ê YA SEROKATÎYA AMEDÊ DE 2 NAMZET TENÊ MA

Berîya kongreya li Serokatîya Bajêra ya Amedê ya CHPê geşedaneke nû pêk hat.

Îro li Serokatîya Bajêra Amedê ya CHPê kongreya ku qeyûm lê hatîye tayînkirin, tê lidarxistin. Berîya hilbijartina serokatîyê tekane namzeda jin a Serokatîya Bajêr a CHPê Meltem Gonullu di kêliya dawî de ragihand ku ji bo parêzer Sertaç Eke ji namzedîya xwe vekişîyaye. Gonullu got ku ew ê ji bo ku Sertaç Eke di hilbijartina îro da bi ser bikeve bixebitin û ew ê li Amedê, CHPyê radestê AKP’yîyên berê re nekin. Sertaç Eke dîyar kir ku bi vekişîna Gonullu re di hilbijartinê de bi hêztir bûye û şansê wê yê serketina hilbijartinê xurtir bûye. Di kongreya ku îro bê lidarxistin de Abdullah Atîk û Sertaç Eke ji bo serokatîyê têkevin hilbijartinê.

Her wiha hate hînbûn ku ji gelek delegeyên ku di çend roj berê ji alîyê navenda giştî ya CHPê ve ji bo raya xwe bidin qedexe da bûn wan, ji 15 delegeyan re qedexeya wan hate rakirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.