NÛÇEYÊN KURDÎ

DI HILBIJARTINA OSB YA AMEDÊ DE LÎSTEYA ŞÎN QEZENÇ KIR

Hilbijartina rêveberîya Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (OSB) bi dawî bû.

DI HILBIJARTINA OSB YA AMEDÊ DE LÎSTEYA ŞÎN QEZENÇ KIR

Hilbijartina rêveberîya Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê (OSB) bi dawî bû. Di hilbijartinan de ku 261 endam dengên xwe dan, lîsteya şîn qezenç kir. Di 3 lîsteyên ku ji bo rêveberîya OSB’ê beşdarî hilbijartinan bûn de, Serokê niha Mustafa Fîdan di lîsteya şîn de, Ahmet Karavîl di lîsteya spî û Alî Îhsan Ozdogan jî di lîsteya kesk de cih digirt. Li gor encamên hilbijartinan, Serokê niha Mistefa Fîdan ku di lîsteya şîn de ye, bi 114 dengan ji 261 dengan dîsa bû serok.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.