NÛÇEYÊN KURDÎ

DI KONTROLKIRINA ASANSORAN DE EWLEHÎYA MIROVAN KET RÊZA PAŞ

Hate dîyarkirin ku veguheztin û kontrolkirina asansorê ku dan şîrîketên taybet, tê wateya ku ewlehîya jîyana mirovan dikeve xeterê û di rêza duyemîn de ye.

DI KONTROLKIRINA ASANSORAN DE EWLEHÎYA MIROVAN KET RÊZA PAŞ

Hate dîyarkirin ku veguheztin û kontrolkirina asansorê ku dan şîrîketên taybet, tê wateya ku ewlehîya jîyana mirovan dikeve xeterê û di rêza duyemîn de ye.

Gava ku kontrola asansorê berê ji hêla Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ve wekê karûbarek gelemperî dihat meşandin, bi guhertina rêziknameyê re, karûbarên temîr û kontrolan ji hêla şaredarîyan ve ji sektora taybet re hate vekirin.

Endamê Lîjneya Rêveber a MMO Şaxa Amedê Mervan Ozbey jî dîyar kir ku pêvajoya bazirganîyê bi vekirina temîrkirin û kontrolan weke xizmeta gelemperîyê ji şîrîketên taybet re dest pê kir û wiha got, “Di demên dawî de bi yekdestdarîya temîrkirina asansoran re, pere derketîye pêş.

Vê yekê jî ewlehîya mirovan xiste paş." Ozbey, da zanîn ku ji bo asansora bi etîketa sor, pêwîste ku herî dereng di nava du mehan de temîrkirin û ji bo xebitandinê bê vekirin, etîketa şîn kêmasîyeke sivik nîşan dide û etîketa kesk jî nîşan dide ku asansor ewle ye. Ozbey, dîyar kir ku li gorê rêziknameyê divê mehê carekê asansor bên temîrkirin û destnîşan kir ku divê salê carekê ji alîyê endezyarên tîpa A ve bên kontrolkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.