NÛÇEYÊN KURDÎ

DI KUŞTINA HANTAÊ DE DAXWAZA GIRTINA POLÎSAN HAT REDKIRIN

Li Amedê daxwaza girtinê ya polîsê Kazim B. yê ku ji ber sûcê “kuştina bi zanebûn” Recep Hantaş dihat darizandin, hat redkirin.

DI KUŞTINA HANTAÊ DE DAXWAZA GIRTINA POLÎSAN HAT REDKIRIN

Li Amedê daxwaza girtinê ya polîsê Kazim B. yê ku ji ber sûcê “kuştina bi zanebûn”  Recep Hantaş dihat darizandin, hat redkirin. Danişîna doza ku di sala 2019'an de, Recep Hantaş ê ku (20) li Sûmerparka Amedê dema çopê kom dikir, di encama gulebaranê de jiyana xwe ji dest da, li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Kazim B. yê ku ji ber sûcê "kuştina bi niyeta muhtemel" heta 25 salan cezayê girtîgehê tê darizandin û parêzerên wî jî beşdarî danişînê bûn. Parêzerê malbata Hantaş Mehmet Oner, daxwaza girtina bersûcan dubare kir. Dozgerîyê di rûniştina berê de jî nêrîna xwe ya ku divê polîs Kazim B. bi cezayê kuştina bi qestî bê cezakirin dubare kir û xwest kêmasîyên dosyayê bên sererastkirin. Dadgehê danişîn taloqî 21'ê Hezîranê kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.