NÛÇEYÊN KURDÎ

EGÎTÎM SENÊ BERIYA RAWESTANDINA KAR BANG LI WEZARETÊ KIR

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) beriya çalakiya rawestandina kar a ku wê sibê li darbixin, li avahiya navendê hatin cemhev û daxuyaniya dan.

EGÎTÎM SENÊ BERIYA RAWESTANDINA KAR BANG LI WEZARETÊ KIR

Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) beriya çalakiya rawestandina kar a ku wê sibê li darbixin, li avahiya navendê hatin cemhev û daxuyaniya dan. Di civînê de Seroka giştî ya Egîtîm Senê Nejla Kûrûl axivî û diyar kir ku Wezareta Perwerdehiya Neteweyî pirsgirêkên şert û mercên xebat û jiyanê yên xebatkarên perwerdeyê nexistiye rojeva xwe. Nejla Kûrûl destnîşan kir ku bi salan e daxwazên mafên aborî, civakî û kesayetî û paşeroja wan tên paşguhkirin û got, “Daxwazên me yên jiyaneke mirovî û mûçeyên minasib tên paşguhkirin. Ji tu xebatkarên perwerdehiyê û ji tu sendîkayên ku di warê perwerdeyê de hatine organîzekirin, nayê hêvî kirin ku li hember vê qanûnê ku dibe sedema pirsgirêkan bêdeng û bêbersiv bimîne. Banga me ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî re ev e; Qanûna Pîşe ya Mamostetiyê bi hemû encamên wê divê tavilê betal dibe. Divê dengê hevpar ê sendîkayên perwerdeyê bê bihîstin, heta ku dereng nebûye divê ev xeletî ji nû ve bê rakirin. 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.