NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMEDÊ DI ERDHÊJÊ 386 KES JÎYANA XWE JI DEST DA

Li Ameda ku yek ji wan 10 bajarên ji ber erdheja Mereşê xisar û ziyan dîtîne, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên di kavil û bermahiyên avahiyên hilweşiyayî da berdewam dikin.

Maseya Krîzê ya ku ji aliyê Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê ve hatiye avakirin, daneyên rojane yên bîlançoya erdheja li bajêr parve kir. Li gor daneyên herî dawî yên hevpar, hejmara kesên ji ber erdhejê jiyana xwe ji dest dane derket 386 kesan, her wiha 30 birîndar di serwîsa giran de, 78 kes li nexweşxaneyê di bin tedawîyê de ye û 824 kes tedawîya wan a li nexweşxaneyê bi dawî bûne û bi tevahî hejmara birîndaran li Amedê 902 kes in. Maseya Krîzê hişyariya xwe dubare kir ku ji avahiyên xerabûyî dûr bisekinin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.