NÛÇEYÊN KURDÎ

MIRINÊN JI BER HÎPOTERMÎ PÊK HATIN E WÊ BÊN DARIZANDIN

Di rojên ewil ên erdhejên 6ê Sibatê de bûyerên ji ber hîpotermîyê pêkhatine ji bo lêkolîn û darizandinê ji edlîyeyê re hatin şandin.

MIRINÊN JI BER HÎPOTERMÎ PÊK HATIN E WÊ BÊN DARIZANDIN

Di rojên ewil ên erdhejên 6ê Sibatê de bûyerên ji ber hîpotermîyê pêkhatine ji bo lêkolîn û darizandinê ji edlîyeyê re hatin şandin.

Di nûçeya Sol Haberê de Serokê Baroya Hatayê Parêzer Cîhat Açikalin, dîyar kir ku tenê li Hatayê roja yekem a erdhejê 8 hezar û 260 lêpirsînên erdhejê yên ku mijar û çarçoveya wan bi erdhejê ve girêdayî ne, ji Serdozgerîya Hatayê re hatine şandin. Cîhat Açikalin, dîyar kir ku wan di roja sêyemîn a erdhejê de ji bo pêvajoya windahîyên ji ber hîpotermîyê bigihînin edlîyeyê serlêdanên xwe pêşkêşê dozgerîyê kirine û wiha got: "Ji bo lêkolînkirina van îdiayan me di roja sêyemîn de daxwaznameyên xwe radestê dozgerîyê kirin. Me bi lez û bez pêvajo meşand. Em ketin roja çaremîn a erdhejê jî serlêdana me ya sûc ne ket rewacê. Di heman demê de Yekitîya Baroyên Tirkîyeyê jî doz vekir û gilîyê sûc kirin. Em ê bi hemû hêza xwe li ser îhmalkarîya di van hemû pêvajoyan de lêkolînan bikin û berpirsyaran lêpirsînê bikin." Alîkarê Serokê Yekîtîya Tabîbên Tirk Dr. Alî Îhsan Okten jî dîyar kir ku derbarê mirinên erdhêjê de ku bê çend kes ji ber hîpotermîyê jîyana xwe ji dest daye tu zabitname nehatine wergirtin û wiha got, "Li gelek deveran hewa daketibû binê pileya sifrê. Ji ber vê yekê ev erdhej di şert û mercên avhewayê yên ku îhtîmala hîpotermîyê pir zêde ye de pêk hat. Ji alîyê teknîkî ve rastîyek e ku gelek welatîyan dema li benda rizgarkirinê bûn ji ber sedema hîpotermîyê jîyana xwe ji dest dane û di erdhejê de xizmên xwe jî winda kirin e. Ji bo îspata wê ya zanyarî divê otopsî bihata kirin. Divê ez vê bibêjim ku di bûyera mirina bi deh hezaran kesan de zehmet e ku meriv vê yekê bike."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.