NÛÇEYÊN KURDÎ

DI MEHA HEZÎRANÊ DE 31 JIN HATIN KUŞTIN

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya li ser jinên hatine qetilkirin ya meha Hezîranê eşkere kir.

DI MEHA HEZÎRANÊ DE 31 JIN HATIN KUŞTIN

Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, rapora xwe ya li ser jinên hatine qetilkirin ya meha Hezîranê eşkere kir.

Li gor raporê, di meha Hezîranê de 31 kuştina jinan pêk hatîye û 22 jin jî bi guman mirî hatin dîtin.  Di meha Hezîranê de, herî zêde kuştina jinan li Stenbolê hat kirin. Her wiha ji 31 ​​jinên ku hatin qetilkirin, 10 jin ji alîyê hevserên xwe ve, yên din jî ji aliyê bav, kur, xizm û zilamekî nenas ve hatin qetilkirin. Nêzîkbûna her du jinan ji kiryarê re, nehate tespîtkirin.

Li gor raporê, ji 31 ​​jinên hatine qetilkirin 11 jin bi hinceta ku dixwazin telaqê bikin an jî têkîlîya wan red kirine hatine kuştin. 2 jin ji ber sedemên aborî hatin qetilkirin. Sedema qetilkirina 18 jinan jî nehat zelalkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.