NÛÇEYÊN KURDÎ

DI MEHA TÎRMEHÊ DE MAFÊN 204 KESAN HATIN BINPÊKIRIN

Parlamenterê Stenbolê yê Partîya Gelan a Cûmhûrîyetê Sezgîn Tanrikûlû ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovahîyê yên Tirkîyeyê’ aşkere kir.

DI MEHA TÎRMEHÊ DE MAFÊN 204 KESAN HATIN BINPÊKIRIN

Parlamenterê Stenbolê yê Partîya Gelan a Cûmhûrîyetê Sezgîn Tanrikûlû ‘Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovahîyê yên Tirkîyeyê’ aşkere kir.

Li gor rapora ku Tanrikûlû amade kirîye hat dîyarkirin ku di meha Tîrmehê de mafên 204 kesan hatine binpêkirin. 204 kesên ku mafên wan hatine binpêkirin ji wan 169 kes di  qezayên kar de, 29 ji wan di qetlîamên jinan de, 5 ji wan jî di girtîgehê de jîyana xwe ji dest dan. Heyva borî 399 heb bûyerên êşkenceyê pêk hat. Ji 399 bûyeran 47 ji wan di girtîgehên Turkîyeyê de pêk hatin. Her wiha di meha Tîrmehê de polîsan midaxaleyê 45 bername û çalakîyan kirin. Di 3 bajaran de 11 bername û çalakî hatin qedexekirin. Di bername û çalakîyan de yek ji wan zarok 359 kes hatin binçavkirin. Digel van binçavkirinan 4 rojnamevan hatin binçavkirin 23 kes jî ji ber  mafê xwe yê fikr û ramanê bi kar anîn, hatin girtin. Tanrikûlû destnîşan kir ku AKP di 20 salan de Tirkîyeyê zilm û zalimtîyê de anî asta wekhevîyê.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.