NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NAVA SALEKÊ DE JI SEDÎ 118 ZEM HAT SER QEHWEYÊ

Qehweya ku di nava gel de jê re tê gotin qehweya tirk, îsal bihayê wê ji sedî 25 zêde bûye

DI NAVA SALEKÊ DE JI SEDÎ 118 ZEM HAT SER QEHWEYÊ

Qehweya ku di nava gel de jê re tê gotin qehweya tirk, îsal bihayê wê ji sedî 25 zêde bûye. Bi vî awayî bihayê 100 gram qehweya tirkî bû 24 TL.

Qehweya tirk di nava saleke dawî de herî kêm ji sedî 118 zem hatiye ser û zêde bûye.

Kesên karê îthalatê dikin gotin, "Ev hêj rojên xweş in, divê em ji pêleke nû ya bihabûna qehweyê re amade bin."

Di demsala qehweyê ya 2021-2022an de, hilberîna qehweya gerdûnî ji sedî 2,1 kêm bû, lê vexwarina gerdûnî ji sedî 3,3 zêde bû. Bi zêdebûna bihaya qehweyê re, di zincîreyên qehwexaneyên navdar de bihaya fîncanek qehweyê herî kêm derket 30 TL'yî.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.