GÜNDEM

GULTAN KIŞANAK, BEŞDARÊ MERASIMA CENZAYÊ XWIŞKA XWE BÛ

Sîyasetmedara Kurd a girtî Gultan Kişanak ji bo beşdarê merasîma cenazeyê xwişka xwe ya mezin Zeynep Ozer a ku ji ber nexweşîya gurçikê jîyana xwe ji dest dabû, hat Elezîzê.

Zeynep Ozer a ku ev demeke ji ber têkçûna gurçikan dihat dermankirin do li Elezîzê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jîyana xwe ji dest da.

Serlêdana parêzerên a ji bo Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak tevlê merasîma cenazeyê xwişka Zeynep Ozer bibe, hat qebûlkirin.

Kişanak, sersaxî qebûl kir û xizmên xwe hembêz kir. Cenazeyê xwişka Kişanak a mezin Zeynep Ozer, piştê merasîma li Cemevîya Gundê Sunê, li goristana gund hat definkirin.

Kişanak jî ax avêt ser gora xwişka xwe. Kişanak her wiha gorên dayika xwe Melek Ozer, bavê wê Lûtfû Ozer û xizmên din zîyaret kir û piştê zîyareta Tirba Koca Seyît a li gund, sersaxî qebûl kir.

Piştî merasîma cenaze, Kişanak a ku ji bo sersaxîyê çû Ehlîbeyt Cemevî ya li navenda bajarê Elezîzê, demjimêr di 16.00an de bi balafirê dîsa birin girtîgehê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.