NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NAVBERA DTB, NTB Û BTB DE PROTOKOLA HEVKARÎ HAT ÎMZEKIRIN

Di navbera Borseya Bazirganî yên Amed, Nisêbîn û Êlihê de bi pêşengîya Çandinî û Ajaldarîyê protokola hevkarîyê hat îmzekirin.

DI NAVBERA DTB, NTB Û BTB DE PROTOKOLA HEVKARÎ HAT ÎMZEKIRIN

 Serokê Borseya Bazirganîyê ya Amedê (DTB) Engîn Yeşîl, Serokê Borseya Bazirganîyê ya Nisêbînê (NTB) Necdet Aktaş, Serokê Serokê Borseya Bazirganîyê ya Êlihê (BTB) Arif Guneş û endamên lîjneya her sê borseyê beşdarê Protokola Hevkarîyê ya ku li Borseya Bazirganîyê ya Amedê hat lidarxistin bûn.

Serokê DTByê Engîn Yeşîl di protokola hevkarîyê de axivî û dîyar kir ku borseyan ji bo pêşdebirina borseyan, pîyaseyên kelûpel û bazirganîya welat, bi giranî bidin herêmên xwe û di warê bazirganî, perwerde, mijarên teknîkî, perwerdekirina personel û pevguhertinê, pevguhertina teknolojîyê, konferans û gelek warên din de bi mebesta parvekirina wek xizmetê, ezmûn û pisporîyê wan vê protokola hevkarîyê ya demdirêj îmze kirine.

Aktaş û Guneş dîyar kirin ku ev protokoleke demdirêj e û destnîşan kirin ku hevkarî ji bo xebateke bi bandor firsend e.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.