NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NAVBERA DU ESNAFAN DE ŞERÊ ÇEKDARÎ! 3 BIRÎNDAR

Li Amedê di encama şerê çekdarî yê di navbera 2 esnafan de 3 kes birîndar bûn.

DI NAVBERA DU ESNAFAN DE ŞERÊ ÇEKDARÎ! 3 BIRÎNDAR

Li Amedê di encama şerê çekdarî yê di navbera 2 esnafan de 3 kes birîndar bûn.

Bûyer danê sibê  li çarşîya Şewitî ya dîrokî ya li Kolana Mêrg Ahmed a Navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat. Li gor agahîyan di navbera du esnafan de ji ber sedemeke nedîyar nîqaş derket û niqaş veguherî şerê çekdarî.

Di şer de 3 kes birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û polês sewqê cîhê bûyerê bû. Birîndar piştê alîkarîya ewil rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Hat hînbûn kesên birîndar ên ku hatin dermankirin rewşa wan baş e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.