NÛÇEYÊN KURDÎ

BAROYA AMEDÊ JI BO MAMOSTEYA KURD RE DOZ DA DESTPÊKIRIN

Baroya Amedê ragihand ku li dijî kesên ku Mamosteya Kurdî Mizgîn Yalçin ji ber ku navên bajaran bi Kurdî perwerde kirîye, wek hedef nîşan dane, dozên hiqûqî dane destpêkirin.

Mamosteya Kurd Mizgîn Yalçin a ji navçeya Farqînê ya Amedê, ji ber vîdyoya xwe ya ku navê bajaran bi Kurdî dide xwendekaran, li ser medyaya civakî bû hedef. Mamoste Mizgîn derbarê mijarê de ji parêzeran piştgirî xwest.

Li ser vê yekê Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî daxuyanîyek da û got; “Baroya me derbarê kesên ku Mamosteya Kurd Mizgîn Yalçin ji ber parvekirinên perwerdehîyê yên li ser medyaya civakî hedef girtine, doz vekirîye. Em ê pêvajoya qanûnî bişopînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.