NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NAVBERA KURDISTANA FEDERE Û ÎRANÊ DE DERÎYEKE SÎNORÊ YA NÛ

Hat ragihandin ku di navbera Kurdistana Federe û Îranê de derîyeke sînorê ya nû vedibe.

DI NAVBERA KURDISTANA FEDERE Û ÎRANÊ DE DERÎYEKE SÎNORÊ YA NÛ

Hat ragihandin ku di navbera Kurdistana Federe û Îranê de derîyeke sînorê ya nû vedibe.

Di hevdîtinên dawîn ên di navbera rayedarên Îranî û Herêma Kurdistanê de pêk hatin biryar hat dayîn ku wê di navbera bajarên Keleşîn û Şino de derîyeke sînorê ya nû vebe. Şandeyek bi serokatîya Walîyê Eyaleta Rojavayê Azerbeycanê Mûhammed Sadik Motemedîyan di 22’yê tebaxê de çûbû Derîyê Sînorê ya Hacî Omeran, piştê wê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civîyabû. Di encamên hevdîtinên Walîtîya Hewlêr û rayedarên birêveberîya Soranan biryara vekirina Derîya Sînorê ya Keleşîn-Şino hatibû dayîn. Derî li herêma Bradostê ya di sînorên xweser ên Soran de li Zozana Keleşînê cîh digre. Tê bendêkirin ku bi vê derîyê sînorê yê nû bazirganîya sînor pêş bikeve. Her wiha hat dîyarkirin ku Derîyê Sînorê Keleşîn-Şîno piştê Hacî Omaranê derîyê duyem ê di sînorên îdareya Soran bibe.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.