NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NEWROZA AMEDÊ DE JÊ 43 ZAROK HERÎ KÊM 140 KES HATIN BINÇAV KIRIN

Newroza ku îsal li 43 navendên cûda hat tertîpkirin, fînala wê îro 21ê Adarê li Amedê hat lidarxistin.

DI NEWROZA AMEDÊ DE JÊ 43 ZAROK HERÎ KÊM 140 KES HATIN BINÇAV KIRIN

Newroza ku îsal li 43 navendên cûda hat tertîpkirin, fînala wê îro 21ê Adarê li Amedê hat lidarxistin.

Li gel peyamên di bernameyê de hatin dayîn kesên hatin herêmê dîsa rastê astengî û binçavkirinan hatin. Girseya ku cil û bergên herêmî yên zer, kesk û sor li xwe kiribûn, diketina qada Newrozê de rastê astengîyan hatin. Di dawîya bernameya Newrozê de 43 jê zarok herî kêm 140 kes hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birine Midûrîyeta Şaxa Zarokan, navenda Polêsan a Baglarê û birine Midûrîyeta Polêsan a Amedê ya li ser rêya Farqînê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.