NÛÇEYÊN KURDÎ

DI NIRXÊ DOLAR-TL DE ASTA DÎROKÎ! DOLAR DERKET 31,38 TL’YÊ

Di nirxê Dolar/TL de asta dîrokî xwe nû kir û derket 31,38an. Euro/TL cara ewil ji 34an derbas bû, sterlin/TL derket 39,77an.

DI NIRXÊ DOLAR-TL DE ASTA DÎROKÎ! DOLAR DERKET 31,38 TL’YÊ

Tê gotin ku li gelemperîya cîhanê rêjeya dolar hinek zêde dibe, lê li Tirkîyeyê ji ber daketina nirxê TL zêdebûna dolar pirtir xuya dike.

 

Duh di dema girtina pîyaseyên Tirkîyeyê de buhayê dolar di asta 31,1475 TLyê da bû;

 

di roja nû de bi 31.1586 TL dest pê kir. Dolar piştê vebûna pîyaseyê derket 31,1680 TLyê û bi vî awayê derket asta herî bilind a ku di dema pîyase vekirî de bû.

 

Her wiha dolar îro li pîyaseyên navneteweyî dema ku pîyaseyên Tirkîyeyê girtî bûn dolar derket 31,3870 TLyê û asta rekora xwe ya dîrokî nû kir. Euro/TL jî di heman demê de ji sedî 0,08 daket û bi 33,7701 TLyê ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.