NÛÇEYÊN KURDÎ

DI PEVÇÛNÊN SÛDANÊ DE HEJMARA MIRÎYAN DERKET 528 KESAN

Wezareta Tenduristîyê ya Sûdanê ragihand ku hejmara kesên ku di pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgirîya Bilez (HDK) de jîyana xwe ji dest dane, ji nîvê meha Nîsanê û vir ve bi lez zêde bûye.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve derbarê mijarê de hat dayîn de hat ragihandin ku 12 eyalet ji pevçûnan bandor bûne, li 18 eyaletan jî li nexweşxaneyan 528 mirî û 4 hezar û 599 birîndar hene.

Li Sûdanê di roja duyemîn a agirbesta ku cara pêncemîn hat ragihandin de pevçûnên alîyan berdewam kirin.

Li paytextê li derdora Kullîyeya Serokomarîyê û Fermandarîya Giştî ya Artêşê pevçûn dijwar dibin, li taxên başûr jî agirbest tê binpêkirin. Di vê navberê de HDK'ê îdia kir ku li Umdurmanê balafireke şer a MiG ya artêşê xistîye xwarê.

Pevçûnên ku danê sibehê dest pê kirin danê êvarê jî dewam kirin. Li Sûdanê alîgiran ragihandibûn ku ew ê ji 28ê Nîsanê û pê ve li gor banga Amerîkayê ya ji bo agirbesteke nû ya 72 demjimêran tevbigerin.  || AMED TV || 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.