NÛÇEYÊN KURDÎ

ÎSÎG: DI 8 MEHAN DE HEZAR Û 202 KARKERAN JÎYANA XWE JI DEST DA

Meclîsa Tenduristîya Kar û Ewlehîya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser mirinên kar ên li gelek qadên cuda weke çandinî, daristan, maden û tersaneyan aşkere kir.

ÎSÎG: DI 8 MEHAN DE HEZAR Û 202 KARKERAN JÎYANA XWE JI DEST DA

Meclîsa Tenduristîya Kar û Ewlehîya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser mirinên kar ên li gelek qadên cuda weke çandinî, daristan, maden û tersaneyan aşkere kir.

Hat dîyarkirin ku daneyên raporê ji 8 mehên sala 2022’yan hatîye berhevkirin. ÎSÎG’ê destnîşan kir ku di meha tebaxê de 186 karker, di 8 mehên dawîn de jî 80 ji wan karkerên jin hezar û 202 karkeran jîyana xwe ji dest daye. ÎSÎG’ê di raporê de ragihand ku di meha çileyê de 120, di sibatê de 109, di adarê de 122, di nîsanê de 129, di gulanê de 176, di hezîranê de 189, di tîrmehê de 171 û di tebaxê de 186 karkeran jiyana xwe ji dest dane. ÎSÎG’ê diyar kir ku herî zêde mirin di qadên kar ên çandinî, înşaet û rê de pêk hatine. ÎSÎG’ê da zanîn ku ji karkerên mirî tenê ji sedî 2,99 sendîkayî ne. Her wiha têkildarî temenên karkerên jiyana xwe ji dest dane ev dane hatin belavkirin: “18 karkerên zarok ên 14 salî û jê biçûktir, 30 jê zarok/karkerên ciwan ên di navbera 15-17 salî, 182 karkerên di navbera 18-27 salî, 585 karkerên di navbera 28-50 salî, 249 karkerên temenê wan di navbera 51-64 salî, 74 karkerên 65 salî û 64 karkerên ku temenê wan nayên zanîn jîyana xwe ji dest dane.”  Li gor daneyên raporê li Amedê di meha tebaxê de 13 karker jîyana xwe ji dest daye.

 

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.