NÛÇEYÊN KURDÎ

XWENDEKAR QARNE WERGIRTIN Û BETLANE DEST PÊ KIR

Ji bo zêdetirê 19 mîlyon xwendekar îro betlaneya demsala navîn dest pê kir. Serdema yekem a sala xwendinê ya 2023-2024an bi dawî bû.

XWENDEKAR QARNE WERGIRTIN Û BETLANE DEST PÊ KIR

 

Ji bo zêdetirê 19 mîlyon xwendekar îro betlaneya demsala navîn dest pê kir. Serdema yekem a sala xwendinê ya 2023-2024an bi dawî bû.

 

Xwendekar wê îro qarne yên xwe wergirin û du hefte ji dersan re navber bidin. 5ê Sibatê roja Duşemê wê dîsa dibistan vebe û dest bi dersan bikin. Betlaneya navber a nîvsala duyemîn wê 5ê Avrêlê roja Înê dest pê bike.

 

Di 15ê Avrêlê de xwendekar wê nîvsala duyemîn berdewam bikin. Di dawîya heyama duyemîn de îmtîhana navendî ya di çarçoveya Pergala Veguheztina Lîseyan (LGS) de ji bo polên 8 û 12emîn wê 2yê Hezîranê roja yekşemê bê kirin. Îmtîhana Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) di 8-9ê Hezîranê de ye. Sala xwendinê ya 2023-2024an wê 14ê Hezîranê roja Înê biqede.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.