NÛÇEYÊN KURDÎ

SEROKWEZÎRÊ LUBNANÊ, JI BO TEQÎNÊ ÎSRAÎLÊ BERPIRSYAR GIRT

Serokwezîrê Lubnanê Necîp Mîkatî teqîna ku li başûrê paytaxt Beyrûtê qewimî wek sûcekî nû yê Îsraîlê bi nav kir.

SEROKWEZÎRÊ LUBNANÊ, JI BO TEQÎNÊ ÎSRAÎLÊ BERPIRSYAR GIRT

 

Serokwezîr Mîkatî piştê teqîna li başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê pêk hat û di encamê de Alîkarê Serokê Buroya Sîyasî ya Hamasê Salih El Arûrî jî di nav de 4 kes jîyana xwe ji dest dabûn, daxuyanîyek da.

Mîkatî dîyar kir ku Îsraîl armanc dike ku Lubnanê bikşîne nav hawîrdoreke nû ya pevçûnê.

Di nûçeyên çapemenîya Lubnanê de hat ragihandin ku di teqînê de hejmara mirîyan derket 6an.

Rayedarekî Amerîkî dîyar kir ku Berpirsyarê Hamasê Salih El Arûrî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hatîye kuştin.

Îsraîl heta niha derbarê êrîşê de daxuyanîyeke fermî nedaye. Di nûçeyên di çapemenîya Îsraîlê de hat îdîakirin ku hikûmetê telîmat daye wezîran ku derbarê teqîna li Beyrûtê de daxuyanî nedin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.