NÛÇEYÊN KURDÎ

AGIR BI OTOBUSA RÊWÎYAN A ŞAREDARÎYÊ KET

Li ser rêya Amed-Çunguşê agir bi otobusa şaredarîyê ket.

AGIR BI OTOBUSA RÊWÎYAN A ŞAREDARÎYÊ KET

Li ser rêya Amed-Çunguşê agir bi otobusa şaredarîyê ket. Li gorî agahîyên hatine bidestxistin; di otobusa Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ku di navbera navçeyên Cunguş-Çêrmûg ên Amedê de di rê de diçû û rêwî tê de bûn de şewat derket. Di heyama şewatê de, rêwî ji otobusê peyabûn. Ekîbên agirkujiyê sewqî cihê bûyerê bûn û şewat hat vemirandin. Di bûyerê de ti kes birîndar nebû. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.