NÛÇEYÊN KURDÎ

BI KAR ANÎNA ÇIRÛSK Û SÎRENÊN BÊ DESTÛR RE 4 HEZAR TL CEZA

Ji bo kesên ku sîren û çirûsk bi awayekî derqanûnî li siwareyên xwe bicîhkirine, wê cezayên nû bên birrîn.

BI KAR ANÎNA ÇIRÛSK Û SÎRENÊN BÊ DESTÛR RE 4 HEZAR TL CEZA

Ji bo kesên ku sîren û çirûsk bi awayekî derqanûnî li siwareyên xwe bicîhkirine, wê cezayên nû bên birrîn.

 

Gelek xwedîyên siwareyan, di nav de ku serokên komên sûcên organîze jî hene, ji bo di trafîqê de mafê rê bi dest bixin, bêyî destûr sîren an çirûskan di siwareyên xwe de bi kar tînin.

 

Hat dîyarkirin ku di çarçoveya xebatên ku ji alîyê Wezareta Karên Navxweyî ve li dijî kesên ku bê destûr li siwareyên wan çirûsk û sîren hatine danîn de wê cezayê trafîkê ji hezar û 823 lîreyê bibe 4 hezar û 64 lîre û tekez kontrola trafîkê jî bê zêde kirin. Siwareyên ku li gor qaîdeyan tevnegerin wê derketina trafîqê bê qedexekirin.

 

Li gorê nûçeya Saygı Ozturk a Sozcuyê, rayedaran dîyar kirin ku ji karsazan bigire heta serokên komên sûcên organîze bi hezaran kes bi qaçaxî di siwareyên wan de çirûsk hene û wiha anin ziman: “Bi taybetî kesên dewlemend û serokên rêxistinên sûc, cezayê wî jî didin û carek din bi kar tînin. Ji bo rê li ber derfetan bê girtin, siwareyên kesên ku li gor rêziknameyan tevnegerin wê bên qedexekirin. Her wiha cezayên wan wê di heyama pêş de hinek din bên zêdekirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.