NÛÇEYÊN KURDÎ

GIRTINA 16 ROJNAMEVAN HATIN PROTESTOKIRIN

Girtina 16 rojnamevanên ku li Amedê hatibûn binçavkirin, hat protestokirin.

GIRTINA 16 ROJNAMEVAN HATIN PROTESTOKIRIN

Girtina 16 rojnamevanên ku li Amedê hatibûn binçavkirin, hat protestokirin.

Nûnerên partîyên siyasî, rêxistinên sivîl, rojnamevan û bi sedan kes beşdarê daxuyanîya li ber Cemîyeta Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) bûn. Hevseroka DFG’ê Dîcle Mûftûoglu daxuyanîyê da. Mûftûoglu, dîyarkir ku çapemenîya azad li hemberê êrîşan serî natewîne û wiha berdewam kir: "Êrîş çapemenîya azad hîn mezintir dike. Dewlet dixwaze ku bi bêdengkirina rojnamevanan, ji çiravê derkeve. Dixwazin bila gel tene li gotina wan guh bidin. Lê em dibêjin ji bo heqîqetê çi pêwîst be, em ê bidin. Têkoşîna me ya heqîqetê li dijî vê fermana derewan û zîhnîyeta qirêj a ku hewl dide azadîyan bixe qefesê wê her bidome.”

Di çalakîya rûniştinê ya piştê axaftinê de navê 16 rojnamevanên girtî hatin xwendin û bi yek dengî peyva "li vir e" hatin xwendin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.