NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ÊRÎŞÊN KOMÊN ELEWÎYAN DE KESEK HAT GIRTIN

Li Enqerê di 30’ê Tîrmehê de, di roja pêşîn a meha Muheremê de li Komeleyên Elewîyên Demokratîk a Tûzlûçayir (DAD), Cemxaneya Fatma Ana, Komeleya Gundê Gokçebel û Komeleya Elewî Bektaşîyên Tirkmen bi awayekî hemwext êrîş hatibû kirin.

Piştê êrîşan Çagdaş Can B., Baver G. û Ahmet Ozan K. hatin binçavkirin û ev 3 kes bi sûcdarîya “xelkê li dijminatîyê sor kirin”, “xisar dayîna perestgeh û astengkirina mafên bawerî, fikr û ramanan” sewqê Edlîyeya Enqerê hatin kirin. Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya 1’emîn piştê îfadeyên Çagdaş Can B. û Baver G., biryara hepsa malê da. Her wiha dadgeh derbarê Ahmet Ozan K. de jî bi heman sûcdarîyan biryara girtinê da.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.