NÛÇEYÊN KURDÎ

DI ÊRÎŞÊN TIRKÎYÊ DE 110 SIVÎLAN JÎYANA XWE JI DEST DA

Enstîtuya Kurd a Washîngtonê derbarê kesên di encama êrişên SÎHA û êrişên hewayî yên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistana Federe, yên ji sala 2015’an heya tebaxa sala 2022’an sivîlên ku jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne de raporek amade kir.

Di rapora Enstîtuya Kurd a Washingtonê de hat destnîşankirin ku di êrişên Tirkiyeyê yên ji sala 2015’an heya meha tebaxê ya îsal, 110 sivîl jiyana xwe ji dest da û 168 kes jî birîndar bûn. Enstîtu tevî rêxistinên mafan ên wekî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Rêxistina Çavdêrîya Mafên Mirovan, Tîma Navbeynkarên Fileh, ji ajansên wekî France 24, Ajansa Netewî ya Iraqê, Alalam, Rudaw, Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), Roj News, ANHA, Kurdistan24 daneyan kom kirin û di êrişên Tirkîyeyê yên ji sala 2015’an heta îsal hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne wek rapor parve kir. Li gorî raporê di encama êrişên SÎHA û Balafirên Şer ên Tirkiyeyê yên di dîrokên cuda cuda yên li Dûhok, Hewlêr, Nîneveh, Silêmanî, Şengal û Kerkûkê de 110 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 186 sivîl jî birîndar bûn.   

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.