GÜNDEM

DI ÊRÎŞA LI MÊRDÎN PÊK HAT DE HEJMARA MIRÎYAN DERKET 5 KESAN

Hejmara kesên ku li Mêrdînê di êrîşa çekdarî ya li dijî siwareya bi plaqeya Herêma Federe ya Kurdistanê de jîyana xwe ji dest dan derket 5 kesan.

Li Mêrdînê do di demjimêrên nîvê şevê de dema ku li dijî siwareyê ji alîyên kesên nasnameya wan ne dîyar ve bi çekan êrîş lê hatibû rast kirin. Di encamê de 3 kes miribûn û 2 kes jî giran birîndar bûbûn. Ji birîndaran Çîman Şahîn Xalid danê sibehê jîyana xwe ji dest da, Ehmed Celaledîn Îbrahîm jî danê nîvro tevî hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Derbarê bûyerê de Walîtîya Mêrdîn daxuyanîyek da û ragihand ku 4 kes hatine binçavkirin. Di daxuyanîya walîtîyê de hat dîyarkirin ku M.Ş., F.A., A.Y. û A.K. yên ku têkîlîya wan bi bûyerê hebûn hatine bin çav kirin û lêpirsîn berdewam dike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.