NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SALA 2021’Ê DE 68 HEZAR Û 600 MILK JI BIYANÎYAN RE HATIN FIROTIN

Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Îqlimê Murat Kurum bersiva pirsa meclîsê ya Parlementerê CHP’ê yê Nîgdeyê Omer Fethi Gurer a di derbarê milkên ku li Tirkîyeyê, ji welatîyên biyanî re tên firotin de bersivand.

Di pêşnûmeya CHP’ê Gurer de wiha hatîbû pirsîn: “Li welatê me ji sala 2021an vir ve hejmara kesên ku li welatên derve xwedî mal û milk in çend e? Xanîyên navborî li kîjan parêzgehan in? Dabeşkirina van milkan wek erd, niştecih û zevî çawa ye?” Di berteka Wezîr Kurum ya ji bo pêşnûmeya ku piştê salek şûn da hat dayîn de, hat ragihandin ku di sala 2021an de 68 hezar û 600 mal û milk hatine firotin biyanîyan.

Li gor bersiva Wezîr Kurum, di sala 2021'an de 4 hezar û 88 zevî, erd û bexçe ji biyanîyan re hatin firotin. 64 hezar û 512 xanî, dikan û kargeh jî ji aliyê biyanîyan ve hatin kirîn. Îranî bi 11 hezar xanî û 211 zevî di rêza yekem de cih girtin, Îraqîyan 8 hezar û 851 xanî, dikan, kargeh û 451 jî zevî kirîn. Rûsan 5 hezar û 575 xanî, 137 erd û zevî kirîn. 3 hezar û 282 niştecîh û 274 erdên ji alîyê Afganan ve, 2 hezar û 517 xanî û 461 zevî ji Almanan ve hatin kirîn.

Li gor agahîyên ku hatine belavkirin, hat dîyarkirin ku di sala 2021ê de, li Amedê bi giştî 107 mal û milkan ji biyanîyan re hatin firotin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.