NÛÇEYÊN KURDÎ

ŞAREDARÎYA AMEDÊ FIROTINA MAL Û MILKÊN ŞAREDARÎYÊ DIDOMÎNE

Qeyûmê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, 2 mal û milkên din wê bi îhaleyê bifroşe.

ŞAREDARÎYA AMEDÊ FIROTINA MAL Û MILKÊN ŞAREDARÎYÊ DIDOMÎNE

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê ya ku di bin rêveberîya qeyûm de ye, berîya hilbijartinan 2 erd û malên din ên bi qîmet ên ku di nav sînorê navçeya Sûrê de ne, derxist firotinê.

 

Mal û milkên ku yek cîhên bazirganî û ya din jî niştecîh e li gundê Çarûgî ya Sûrê, li gorê şert û mercên ku di xala 36'an a Qanûna Îhaleyê ya Dewletê de hatine ravekirin, wê bi îhaleya mohrkirî cuda ji bo firotinê bên pêşkêşkirin.

 

Buhayê qada bazirganîyê ya ku ji alîyê şaredarîyê ve tê firotin wek 18 milyon û 847 hezar û 200 TL, qada niştecîhbûnê jî wek 103 milyon û 796 hezar û 760 TL hatîye dîkarkirin

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.