NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SALA 2023AN DE WÊ LI BAC Û XERCÊ % 122.93 ZEM BÊ KIRIN

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê daneyên li gorî rêjeya ji nû ve nirxandinê ya sala 2022'an ji bo bac, xerc û cezayên sala 2023'an tê sepandin eşkere kir.

Di meha cotmehê de Endeksa Bihayê Hilberînerê Navxweyî (DPPI) li gorî 12 mehan ji sedî 122,93 zêde bû.

Li gorî vê yekê, ger Serokomar ji bo qanûna prosedûra bacê erka xwe ya kêm û zêdekirinê bikar neyne, wê di sala 2023'an de bac û xerc ji sedî 122,93 zêde bibe.

Li gorî nûçeya Huseyîn Gokçe ya ji Rojnameya Dûnyayê, rêjeya ji nû ve nirxkirinê ji sedî 123, cezayê lampeya trafîkê 525 û cezayê radarê jî hezar û 91 lîre bû.

Rêjeya ji nû ve nirxdayînê ya sala 2022'an a ku wê di sala 2023'an de ji bo xerc, bac û cezayan were sepandin, wê ji hêla Wezareta Xezîne û Darayî ve di hefteya dawî ya meha Mijdarê de bi Daxuyaniya Giştî ya Qanûna Rêvebiriya Bacê were eşkere kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.