NÛÇEYÊN KURDÎ

DI SIWAREYA SEROKÊ KOMELEYA TÊKOŞÎNA DIJÎ TERORÊ TIRYAK HAT DÎTIN

Serokê Komeleya Têkoşîna Dijî Terorê ya Şaxa Amedê ku tiryak di siwareya wî de hatibû dîtin, hat girtin.

DI SIWAREYA SEROKÊ KOMELEYA TÊKOŞÎNA DIJÎ TERORÊ TIRYAK HAT DÎTIN

Serokê Komeleya Têkoşîna Dijî Terorê ya Şaxa Amedê ku tiryak di siwareya wî de hatibû dîtin, hat girtin.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin siwareyek ku ji Amedê diçû Rihayê di dema kontrolê de hat sekinandin. Ekîban di lêgerîna li hundirê siwareyê de 50 kîlo esrar desteser kirin.

Li gor nûçeya ku Ajansa Mezopotamya ragihandîye, hat dîyarkirin ku ajokarê siwareyê Serokê Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê û Wezîfeya Qehreman, Alîkarî û Piştevanîya Malbatên Şehîd û Xazîyan a Amedê Şahîn Aslan e. Aslan ê ku ji alîyê cendirmeyan ve hat binçavkirin, dawîya hefteya borî bi îdîaya "tiryakfiroş" li edlîyeyê hat girtin.

Hat dîyarkirin ku dozgerîyê derbarê dosyaya lêpirsînê ya Şahîn Aslan de biryara 'nepenîtîyê' da ye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.