NÛÇEYÊN KURDÎ

LI AMED Û ÎZMÎR OPERASYONA SEXTEKARÎYÊ: 8 KES HAT GIRTIN

Li Amed û Îzmîrê li dijî şebekeya sextekarîyê operasyoneke hemwext hat lidarxistin.

LI AMED Û ÎZMÎR OPERASYONA SEXTEKARÎYÊ: 8 KES HAT GIRTIN

Li Amed û Îzmîrê li dijî şebekeya sextekarîyê operasyoneke hemwext hat lidarxistin.

Ekîbên Buroya Sextekarîyê ya Midûrîyeta Şaxa Emnîyeta Giştî ya Midûrîyeta Emnîyetê ya Amedê, li ser îxbarek tespîtkirin ku hin gumanbarên ku malper û navendeke telefonê ya sexte ava kirine û bi sozên wek zewac û dostanîyê pere digirin û dixapînin.

Hat dîyarkirin ku kesên sextekar vebijarkên wek hevaltî, çûna şîv, hevrêya dawîya hefteyê, hevalbendîya betlaneyê û pakêta dawetê pêşkeşê kesê ku li wan bi telefonê gerîya ne kirine. Ekîbên polêsan di encama xebata 2 mehan de li ser navnîşanên gumanbarên ku li Amed û Îzmîrê koordîne bûne, operasyonek li dar xist.

Di çarçoveya operasyona bi navê 'Makyaj' de 8 gumanbar hatin binçavkiriin. Ji navnîşanên gumanbaran hin pere, gelek telefonên destan û hin materyalên dijîtal hatin bidestxistin. Derbarê gumanbaran de ji alîyê dadgehê ve biryara girtinê hat dayîn û wan şandin girtîgehê.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.