NÛÇEYÊN KURDÎ

DI WEŞANA ZINDÎ DE ÊRÎŞÎ NÛÇEGÎHANÊ HALK TVYÊ KIRIN

Ekîba Halk Tv ya ku li herêma erdhêjê weşanê dike, îro di heyama ku li Meletê di weşana zindî de bû, rastê êrîş û gefa kesekî çakûç di desta de bû hat.

Ferît Demîrê ku di bernameya Ayşenur Arslan a Halk TVyê de derbarê geşedanên dawîn de diaxivî û di weşana zindî de bû rastê êrîşê hat.

Ayşenur Aslan a ku di weşana zindî de, bû şahidê bûyerê wiha got, “Ez îxbar dikim! Ji bo çi, li ser navê kê vê êrîşê dikin?” Dixwazin Halk TV bêdeng bikin, dixwazin nûçegihanên Halk TV qet neaxivin.”

Ferît Demîr ê di weşana zindî de rastê êrîşan hat, wiha got, “Welatîyê ku bi siwareya xwe derbas dibû, rawestîya û peya bû. Di destê wî de çakûç hat bal me. Demek dirêj gefa “Ezê te bikujim, divê tu tiştekî ji hikûmetê re nebêjî. Paşê 2 polîs hatin, me got em gilî dikin, lê tu gav neavêtin.”

Cemîyeta Rojnamegerên Tirkîyeyê êrîşa li dijî Ferît Demîr şermezar kir û bang li sîyasetmedaran kir ku rojnamevanan nekin hedef.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.