NÛÇEYÊN KURDÎ

DI XEBAT, DAHAT Û BACÊ DE EDALET HAT DAXWAZKIRIN

Li Amedê xebatkarên tenduristîyê yên girêdayê Sendîkaya Dev-Saglik Îş bi daxwaza şert û mercên jîyan û xebatê yên mirovane, di dahat û bacê de edalet bang li hikûmetê kirin û bal kişandin ser pêwîstîya çêkirina protokoleke zêde.

Di daxuyanîya bi sernavê "Em dixwazin bi mirovahî bijîn, ne bi herî kêm" de wiha hat gotin; “Li hemberê vê buhabûna jîyanê û vê enflasyona bilind em wek xebatkarên tenduristîyê û xizmeta civakî bang dikin! Em ji çar alîyê Tirkîyeyê, ji nexweşxane û sazîyên girêdayê Wezareta Malbatê bang dikin! Êdî bes e, em dixwazin debara xwe bikin, wek mirovan bixebitin, bi rûmet bijîn û heqê keda xwe bistînin.

” Di berdewamîya daxuyanîyê de Dev-Saglik Îş daxwazên xwe rêz kirin û wiha hat gotin; "Bi protokola zêde re, divê ev pirsgirêkên ku hem ji zema zêde û hem jî ji dîroka pêkanîna peymanên komî yên kar derketine holê, werin çareser kirin!"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.