NÛÇEYÊN KURDÎ

DI XEBATÊN ERDHÊJÊ YÊN RIZGARKIRINÊ DE CÛDAXWAZÎ HATÎYE KIRIN

Platforma Lêkolînên Koçberîyê, rapora xwe ya çavdêrîyê ya derbarê erdhejên 6ê Sibatê yên li Mereşê çêbûn eşkere kir.

DI XEBATÊN ERDHÊJÊ YÊN RIZGARKIRINÊ DE CÛDAXWAZÎ HATÎYE KIRIN

Platforma Lêkolînên Koçberîyê, rapora xwe ya çavdêrîyê ya derbarê erdhejên 6ê Sibatê yên li Mereşê çêbûn eşkere kir.

Di rapora hevpar a ku hat ragihandin de, hat destnîşankirin ku li gor amarên fermî li 11 bajaran 50 hezar kes di erdhejan de de jîyana xwe ji dest dane, lê li gorî hejmarên ne fermî jî, hejmara kesên jîyana xwe ji dest dan e di ser 100 hezar kesan re ye.

Di raporê de hat gotin, "Li gor raporên fermî 3 mîlyon û 300 hezar kes ji herêma erdhejê koçê bajarên din kirin e. Nêzîkê 2 milyon kes di kon û konteyniran de dijîn û 800 hezar kes li gundan di konên demkî de dimînin.

Di raporê de hat dîyarkirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê têra xwe nehatine kirin, di peydakirina hewcedarîyên kon, ava paqij û ceyranê de pirsgirêkên cidî hene, rayedarên dewletê carinan hewl didin kesên bi dildarî  dixebitin asteng bikin. Di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cihêkarî û cûdaxwazî heye û gelek dereng çûne hewar û alîkarîya gundê Elewîyan.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.