GÜNDEM

PIRA AYGUN-TÛZLAYÊ RÊYA 3 NAVÇEYAN DIGHÊJÎNE HEVDÛ

Ji alîyê Serokatîya daîreya Çêkirina Rê û Binesazîyê ya Şaredarîya Amedê ve li Navçeya Pasûrê, rêya taxên Aygun û Tûzlayê ku herdû taxan dighêjîne hevdû hat çêkirin.

Di çarçoveya xebatan de pireke li ser 7 stûnan û 70 metre dirêjahî, 10 metre firehî û 6 mtere û nîv jî bilindahîya wê heye hat çêkirin. Pira Aygun-Tûzla ya ku ket xizmetê, rêya Pasûr, Farqîn û navçeya Sason a Êlih dighêjîne hevdû. Pira ku mesafeya dûr ya di navbera navçeyan de nêzîk dike, di heman demê de rêya 10 gundên navçeya Pasûrê dighêjîne hevdû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.